Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Çînê bang li welatiyên xwe kir ku 'di zûtirîn demê de' ji Îranê derkevin

Çînê ji ber zêdebûna rîskên ewlehiyê, bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku "di zûtirîn dema gengaz de" ji wî welatî derkevin. Rêveberiya Pekînê her wiha xwest ku ji hemû geştên ber bi Îranê ve bên dûrxistin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Daîreya Karên Konsolosxaneyê ya Wezareta Karên Derve ya Çînê ve hat dayîn de, hat pêşniyarkirin ku welatiyên Çînî yên li Îranê tevdîrên xwe yên ewlehiyê zêde bikin û plansaziyên xwe yên derketina ji welat bixin dewrê. Bi hinceta rewşa ewlehiyê ya heyî, hat xwestin ku geştên nû jî bên taloqkirin.

Ev daxuyanî yekser piştî tora sêyemîn a hevdîtinên di navbera Îran û DYA'yê de ku bi navbeynkariya Omanê li Cenevreyê hatin kirin, hat. Têkiliyên navborî bi armanca rêgirtina li şerekî leşkerî yê gengaz li herêmê tên meşandin.

Li aliyê din, piştî şerê ku Îranê di meha hezîrana borî de wek bersiv li dijî êrîşên Îsraîlê pêk anîbû, rageşiya li herêmê berdewam dike.

Balyozxaneya DYA'yê ya li Qudsê jî roja înê, ji ber rîskên ewlehiyê bang li personelên hikûmetê yên ne mecbûrî yên li Îsraîlê kiribû ku ji welat derkevin.